Kurdên Iraqê desthebûna xwe di şîdetên li Bexdayê da derew dan zanîn
Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê, her cure desthebûna hêzên Pêşmerge yên kurd li kuştina xwenîşanderan li Bexdayê derew dan zanîn.
Li gorî rapora IRNA`yê, partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê, roja duşemiyê li daxûyaniyekê, tawana beşdariya hêzên pêşmerge yên kurd li bûyerên bi tûnd û tûjaner yên xwenîşandana Iraqê, weke dengoyên mesmûm bi nav kirin û got: Ev cure dengo, aşitiya civakî û ewlehiya welêt dixin ber xeterê.
Hin ramanwerên li Iraqê, beşek ji hêzên pêşmerge yên kurd li bûyerên gulleavêtina dewra ewil a nerazîbûnan ku ji yekê Cotmehê va destpê bûn û heftiyekê jî kêşa, berpirsiyar dan zanîn.
Ev tawan piştî anîna navê sertîp Newzad Osman Xidir, fermandê tîma dudyan a garda serokkomariya Iraqê li rapora lêkolîn û lêgeriyê ya tîma peydakirina rasitiyan a şîdetên dewra ewil a nerazîbûnan hatiye zanîn.
Sertîp Newzad Osman Xidir, tawanbar bûye ku tev hejmarek ji hêzên bin fermana xwe ku zorbeya wan ji garda serokkomariyê ne, li dewra ewil a xwenîşandanan li Bexdayê bi çekên nîşangir a hin xwenîşanderan li meydana Tehrîrî dan ber êrişan.
Nivîsgeha serokkomariya Iraqê pêştir li daxûyaniyekê tawanên hanê red kiribû û ragahndibû: Hegera hilêxistina navê sertîp Newzad li rapora tîma peydakirina rasitiyan ji ber vê yekê ye ku li roja nerazîbûnan, ew bo xizmet hat vexwendinê lê wî qebûl nekir.