Nêçîrvan Barzanî bi Muhemed Bin zayid ra hevdîtin pêk anî
Serokê Herêma Kurdistanê digel welîehdê Ebûzebiyê, cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Imaratê derbarê dawîn guhertinên Iraqê hevdîtin kir.
Li gorî rapora Kurd Pressê, malpera fermî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) ragihand ku di vê hevdîtinê da du aliyan pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Ebûzebiyê û rêkarên berfiehkirin û xurtkirina van pêwendiyan nemaze berfirehkirna çalakiyên aborî yên beşa sivîl a Imaratê li Iraqê û zêdekirina derfetên Şolê hilkolandin.
Guhertinên vê dawiyê yên Iraqê û nearamiyên vî welatî jî beşeka din a gotûbêja Barzanî û Bin Zayid bûn û du aliyan li ser girîngiya ewlehiya siyasî li Iraq û navçeyê pêgirî kirin,.
Serokê Herêma Kurdistanê û Welîehdê Ebûzebiyê derbarê xetera vegeriyana dubare ya têrorê li navçeyê û girîngiya hevahengiya navçeyî û navneteweyî jibo sekinîna li hemberî têrorê jî gotûbêj kirin.