Pêgiriya Mesrûr Barzanî ser pêşîlêgirtin ji guhertuina demografiya bakurê Sûriyê
Di hevdîtina navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyozê Englîsê li Iraqê, li ser pêwîstiya pêşîlêgirtin ji guhertina demografiya navçeyên Kurdnişîn ên bakurê Sûriyê pêgirî hat kirin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Du aliyan di vê hevdîtinê da dawîn alûgorên navçeyên Kurdnişîn ên Sûriyê hilkolandin û li ser pêwîstiya aramkirina rewşê û pêşîlêgirtin ji guhertina demografiya van navçeyan pêgirî kirin û hişyarî dan ku karekî wiha dê bibe sebeba alozbûna pirtir a navçeyê.
Wîlêks, Balyozê Englîsê jî tevî erênîzanîna kiryarên kabîna Barzanî jibo pêkanîna reforman li Herêmê û sipasiya ji helwêsta herêmê ya wergirtin û bicîkirina awareyên şerê Sûriyê, destnîşan kir ku divê civata cîhanî alîkariya herêmê jibo dabînkirina hewcetiyên awareyan bike.
Barzanî jî amaje bi gotûbêjên pûêkhatî navbera Hewlêr û Bexdayê jibo çareserkirina nakokiyan kir û got ku Hewlêrê heta niha çend bijarde û pêşniyar jibo çareseriya nakokiyan dane Bexdayê û li benda bersiva erênî ya Bexdayê bo daxwazên qanûnî yên Herêma Kurdistanê ye.