Pêgirîya Barzanî ser girtina pêşiya guhartina demografiya bakûra Sûriyê
Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî di hevdîtina tev Wezîrê Karên Derve yê Firansayê de ragihand ku pêwîst e pêşiya guhartina demografiya bakûra Sûriyê bê girtin.
Li gor raporaajansa nûçan a Kurd Press`ê, Îro îniyê Mesûd Barzanî Serokê PDK û Jean-Yves Le Drian Wezîrê Karên Derve yê Firansayê li Hewlêrê gotûbê kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Firansayê di vê hevdîtinê de bal kişande ser viya ku eva cara heftan e ku ew seredana Herêma Kurdistana Iarqê dike ragihand ku hedefa vê sefera wî ragihandina piştevaniya Firansayê ji Kurdan e.
Di vê hevdîtinê de Mesûd Barzanî bilî qedrzaniya ji piştevaniyên Firansayê ji kurdan û bitaybet kurdên Herêma Kurdistana Iraqê got: Di rewşa niha ya Sûriyê de û eger qirar e rêketinek îmza bibe, pêwîst e mêrxasî û fîdakariyên kurdên Sûriyê li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê û qurbanîdana wan jibîr nebin û heqê wan bê parastin.
Barzanî ji Lêdêryan xwest ji ber ku Firansa hertim dostê kurdan bûye û pişkek ji hevalbendiya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê, xebatên xwe bikar bigre ta ku demografiya bakûra Sûriyê ku kurd lê dijîn neyê guhartin.
Wezîrê Karên Derve yê Firansayê bilî diyarkirina nîgeraniya xwe ji ber vejîyandina DAIş`ê li nav axa Sûriyê û Iraqê, ragihand ku Firansa hertim li şerê dijî terorê alîkariya Herêma Kurdistana Iraqê dike.
Barzanî herwisa di vê hevdîtinê de bal kişande ser liv û tevgerên nû yên grûpa terorîst a DAIŞ`ê û grûpên din ên terorîst bona êrişa ser xelkên Iraq û Sûriyê û destnîşan kir ku rewşa niha bûye sebeb ku zemîneya vejîyandina terorîstan amade dike.
Wezîrê Karên Derve yê Firansayê li seredana Herêma Kurdistana Iraqê tev Serokê Herêma Kuridstanê Niçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdîtin pêk anî.