Adar 16, 2023 18:40 Asia/Tehran
  •  Parêzgarê Duhokê: Di bûyera şeva buhurî da 2 helekopter hebûn

Parêzgarê Duhokê “Elî Teter” derbarê helîkoptera ku şeva borî li gundê Berkiyatê yê girêdayî navçeya Çemankê ya Duhokê ketiye xwarê daxuyaniyek da.

Parêzgarê Duhokê “Elî Teter” got, “Helîkopterek ket û helîkopterek jî ji herêmê dûr ket. Hêzên ewlehiyê lêkolînên xwe yên derbarê bûyerê de didomînin.”

“Elî Teter” destnîşan kir ku cureya helîkopterê hatiye ragihandin, lê heta niha nayê zanîn ya kîjan welatî ye û ti helîkopterek bi vî rengî li cem ti hêzeke kurd nîne.

Parêzgarê Duhokê diyar kir, kesên di nava helîkopterê de, çekdarên PKK’yê bûn, lê nayê zanîn kîjan welatî dê ew bibirana kîjan welatî. Niha lêkolînên li ser vê bûyerê tên domandin.”

Pêştir jî Dezgeha Dijeterorê ya Herêma Kurdistanê diyar kiribû, Derbarê ketina vê helîkopterê de aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendî bi hikûmeta Iraqê, Hevpeymaniya Navdewletî û hikûmeta Tirkiyê re kirin, lê wan gotiye, ew helîkopter ne ya wan e.

 

Serepeyv