Adar 15, 2023 20:39 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: YNK û PDKê li ser gelek mijarên derbarê hilbijartinan de li hev kirine

Serokê Herêma Kurdistanê careke din daxwaz ji YNKê kir ku vegere nav hikûmetê û çareseriya pirsgirêkan li wê derê bibîne û li ser civînên dezgehên hilbijartinan jî got, “Lijneyên hilbijartinê yên her du aliyan li ser gelek mijaran civiyane û li hev kirine, di vî warî de pêşketin hene.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro ragihand, “Dema civîna polîtburoyên YNK û PDKê heta niha nehatiye diyarkirin lê dezgehên hilbijartinê yên her du aliyan civiyane û bi giştî li ser çawaniya lidarxistina hilbijartinan li hev kirine. Ez dibêjim ku di vî warî de pêşketin heye.”

Nêçîrvan Barzanî li ser vegera tîma YNKê bo nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî got, “Pirsgirêk ewqasî ne mezin in ku neyên çareserkirin. Bi baweriya min divê tîma YNKê vegere nav hikûmetê, eger pirsgirêk hebin dikarin di hikûmetê de gotûbêjê li ser bikin û çareseriya hemû pirsgirêkan bibînin.”