Adar 15, 2023 20:24 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî: Serokwezîrê Iraqê, xwedî vîneka bihêz a çareseriya pirsgirêkan e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînekê da got: "Me hest bi wê yekê kir ku serokwezîrê federal xwestekek mezin heye ku pirsgirêkan li ser bingeha destûr û lihevkirina aliyan ji bo avakirina hikûmetê çareser bike."

Mesrûr Barzanî diyar kir: ‘’Bi boneya temamkirina karûbarên parêzgehbûna Helebce ku hevdeme li gel salvegera kîmyabaran Helebce, bi navê encûmena wezîran ve me spasiya Serokwezîrê Iraq a Federal û hikûmeta Iraqê kir. Em hêvîdar in ev pêngav bibe sedema pêşketin û avadaniya zêdetir a Helebce`yê û baştirbûna xizmetên li wê parêzgehê. 

Barzanî ragehand: ‘’Di serenav û mijara duyem a civînê de pêngavên dawî yên pejirandina yasaya budceya giştî ya Iraqê ji aliyê şandeya danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate pêşkeş kirin û me diyar kir ku çawa di amadekariyên projeyasaya budceya federal de hemahengiyekî baş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hebû, pêwîste bo cîhbicîh kirina madeyên budceyê jî, hemahengî û lihevtêgeheştin di navbera herdualî de hebe.’’