Çile 25, 2023 13:41 Asia/Tehran
  • Parlimenterekî iraqî partiyên kurdistanî bi qaçaxa nift û dolarê tawanbar kirin

Parlimanterekî serbixwe yê parlimana Iraqê, partîyên desthilatdar ên Herêma Kurdistana vî welatî tawanbar kirin ku diravê bîyanî bi qaçaxî derbasî Tirkîyê dikin û bûne sedema qeyrana vê dawîyê ya jordaçûna bihaya Dolarê Amerîkayê li wî welatî.

Kazim Tewkî di hevpeyvînekê da got: “Derbaskirina qaçax a Dolar û dirotina niftê bo Tikrîyê bi rêya derbasgehên neqanûnî li Herêma Kurdistanê bûne sedema qeyrana diravê bîyanî li Iraqê.”

Tewkî dîyar kir ku hikûmeta berê ya Iraqê bi serokatîya Mistefa Kazimî di her warî da tûşî işkestê bû û di encama sîyasetên aborî yên wê da bihaya Dolar jorda çûye, lewma meriv nikare wê wek hikûmet bi nav bike.

Wî herwiha got: “Hegera herî berbiçav a qeyrana Dolar li Iraqê belavkirina belgeyên darayî û zornedana ser berpirsên vê rewşê ji bo bersivdayînê û yan wêdadayîna wan e.”

 

Serepeyv