PDK û YNK yê berbijarê serokomartîyê piştî destpêbûna civînên parlimanê bidin nasandinê
Cîgirê Serokê Çiqa Kerkûkê ya YNK got: PDK û YNK yê berbijarê serokomartîyê piştî destpêbûna civînên parlimanê bidin nasandinê.
Hidayet Tahir di hevpeyvînekê da got: Gotûbêjên YNK û PDK têkildarî posta serokomartîya Iraqê heta vê gavê erênî bûne û derbara lihevkirina liser berbijarê posta serokomartîyê da pêşketin hebûye.
Tahir herwiha got: Bilî posta serokomartîya Iraqê, di navbera PDK û YNK da li ser meseleyên din jî nakokî heye ji wan birêvebirina Herêma Kurdistanê, sererastkirina qanûna hilbijartinan a Herêma Kurdistanê, posta parêzgarîya Kerkûkê, bidestxistina hin postan di dewleta fêdêral da û bûca parêzgeha Silêmanîyê.
Cîgirê Serokê Çiqa Kerkûkê ya YNK amajeyî vê yekê kir ku divê li ser wan mijarana divê lihevkirin pêk were, dîyar kir: Em çaverê ne ku lihevkirineke istiratêjîk derbara wan mijarana da pêk were û her du alî piştî destpêbûna civînên parlimana Iraqê berbijarên xwe ji bo posta serokomartîya Iraqê bidin nasandin.