Tebax 06, 2022 23:08 Asia/Tehran
  • Berdewamiya êrişên Artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê

Artêşa Tirkiyê dibêje di encama şer û pevçûnên li bakurê Iraqê de 4 endamên PKKê hatin kuştin. PKKê jî dibêje 2 leşkerên Tirkiyê kuştine û yek jî bi giranî birîndar kiriye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, wezareta berevaniya Tirkiyê îro (6`ê Tebaxê) bi weşandina daxûyaniyekê ragihand: Di çarçova operasyona Pençe Killîd de 4 endamên din ên PKK`ê li bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) hatin kuştin.

Di berdewamiya daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de hatiye: Operasyona Pençe Killîd li dijî hêzên PKKê dê bi biryar berdewam bibe. 

Ji aliyê din ve PKKê hîn derbarê vê îdiaya artêşa Tirkiyê ti tişt negotiye û bi weşandina daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wê 2 leşkerên Tirkiyê kuştin û yek jî birîndar kir. Artêşa Tirkiyê bi tenê kuştina leşkereke xwe piştrast kiriye.

PKKê di dewama daxuyaniya xwe de diyar dike ku di heman demê de hêzên wê çeperek û du pergalên kamerayê yên mobeseyê jî îmha kirin.

PKKê herwiha dibêje: "Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 9 caran bi çekên taktîk nukleer û kîmyewî, 20 caran bi balefirên şer, 14 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe kiriye."

Serepeyv