Hezîran 23, 2022 14:47 Asia/Tehran
  •  Şandeyek ji Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê çû Bexdayê

Şandeyek ji Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê gihişte Bexdayê û ji aliyê Serokerkanê Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqê ve hat pêşwazî kirin. Biryare ku li gel Serokerkanê Wezareta Parastinê ya Iraqê û Fermandarê Operasyonên Hevbeş yê Iraqê re hevdîtina bike.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku li ser vexwendina fermî ya Wezareta Parastinê ya Iraqê şandeyek a Wezareta Pêşmerge gihişte paytexta Iraqê Bexdayê. Şandeya di bin serokatiya Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr de ye.

Şande li Balefirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ji aliyê Serokerkanê Fermandariya Operasyona Hevbeş Ferîq Rukin Hemid ve hate pêşwazîkirin.

Tê gotin ku wê şande li gel Serokerkanê Wezareta Parastina Iraqê û Fermandarê Operasyona Hevbeş a Iraqê hevdîtina bike.

Hêjayî gotinê ye ku di 19’ê Hezîranê de şandeyek hevbeş ku ji Wezareta Hundirin a Iraqê û Wezareta Parastinê, li gel Fermanderê Operasyona Hevbeş ya Iraqê gihişte Hewlêrê û li gel Mesud Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrur Barzanî hevdîtin pêk anî.

 

Serepeyv