Hezîran 22, 2022 09:21 Asia/Tehran
  •  Kalikê helebceyî ev 50 sal in karê pînekirina pêlavan dike

Hemeweys Qurbanî ku temenê wî nêzî 80’ê sal e, ev 50 sal in li bajaroka Xurmal a Helebceyê karê pînekirina pêlavan dike. Hemeweys diyar dike ew ji karê xwe gelek hez dike û debara wî li ser vî karî ye. Wî her wiha da zanîn ji ber rewşa xirab ya aborî dibe ku karê wan hinek din baştir bibe.

Hemeweys Qurbanî ku temenê wî nêzî 80’ê sal e, li gor gotina wî ji sala 1975’an ve karê dirûn û pînekirina pêlavan dike. Hemeweys heta niha jî li bajaroka Xurmal a girêdayî Helebceyê li nav dikanek biçûk de karê xwe berdewam dike.

Hemeweys Qurbanî wiha behsa destpêkirina karê xwe dike; “Dema em koçberî Îranê bûn li wê derê jî min dikana cil dirûnê vekir, piştre di sala 1991ê de em vegeriyan Xurmalê û min cardin dikana xwe vekir. Wê demê Xurmal wêran bû, me xaniyên xwe dubare ava kirin. Destpêkê min karê dirûna cilan dikir. Piştî ku bi nexweşiya feqeratê ketim min emelyat kir. Min dest ji karê dirûna cila berda û dest bi karê pînekariyê kir. Ji beriya ku Xurmal were avakirin her roj bi qasî çar kîlometran bi peyatî dihatim Xurmalê li ser karê xwe dixebitîm.”

Hemeweys Qurbanî diyar kir wî kurên xwe jî fêrî karê dirûn û pînekariyê kiriye, lê ji ber karek zehmet e, ew vî karî nakin. Qurbanî got, “Heta niha jî ji karê xwe hez dikim, tevî muçeyekî min ê kêm heye, lê debara malbata min li ser vî karî ye. Her çiqas zarokên min dibêjin dest ji vî karî berde, lê heta dimirim ez ê karê xwe berdewam bikim.”

Hemeweys Qurbanî diyar kir di berê de li bajaroka Xurmalê tenê du kesan karê pînekariyê dikir, ew jî bi navê Hosta Mehmud û Seyîd Elî bûn. Qurbanî got, niha jî ew û kesek din tenê vî karî dikin.

Derbarê rewşa kar de jî Hemeweys Qurbanî got, “Bazar beroj e, hin rojan baş e, hin rojan jî xirab e. Berê dema yekî pêlav dikirî, heta bi kêr hatiba pîne dikir û bi kar tanî. Lê niha wisan nemaye, kêm kes hene pêlavên xwe pîne dikin. Berê pêlavek têra salekê dikir, tevî ku gel hejar bû, lê bazara wê demê baştir bû. Pêlavên niha xirabin û bi kêrî dirûnê nayên.”

Di dawiyê de jî Hemeweys Qurbanî diyar kir ger wisan nirxê tiştan giran bibe û muçe neyê dayîn, wê welatî cardin neçar bimînin ku pêlavên xwe bînin cem wan pîne bikin.

Serepeyv