Hezîran 10, 2021 09:36 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî li Belçîkayê bi Serokwezîrê vî welatî re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî du çarşemê 9ê Hezîrana 2021ê ligel Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo civiya.

Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Belçîkayê û rewşa Iraqê bi giştî hat gotûbêjkirin. Herwiha li ser pirsgirk û astengiyên ewlehiyê yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê û herêmê gotûbêj kirin. Her du alî xwestin bila pêwendî û hemahengiyê ji bo wan mijarên ku cihê girîngîdana her du aliyan in berdewam bikin.

Serokwezîrê Belçîkayê amadebûna welatê xwe ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê nîşan da û got ku ew dikarin di warê çandiniyê de alîkariya bernama Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

Serokwezîrê Belçîkayê bal kişande ser girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federalî  ya Iraqê û ragihand ku di vê mijarê de ligel Serokwezîrê Iraqê di pêwendiyê de ne.

Mesrûr Barzanî jî spasiya piştevaniya Belçîkayê kir ku  li şerê dijî DAIŞê de hevkariya Pêşmerge dike. Herwiha tekezî li girîngiya hemahengiya ewlehiyê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de kir di rûbirûbûna gefên DAIŞê de.

Di beşeke din a civînê de, pêngavên xweparastina ji Koronayê û helmeta lêdana vaksîna Koronayê hatin gotûbêjkirin û amaje bi girîngiya dabînkirina vaksînê ji bo nişteciyên Herêma Kurdistanê û penaber û awareyên nişteciyên Herêmê hat kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh gihişte Belçîkayê ji bo gotûbêja bi rayedarên vî welatî.

Serepeyv