Hezîran 09, 2021 13:52 Asia/Tehran
  • Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê naveroka civîna xwe aşkere kirin

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê li Hewlêrê naveroka civîna xwe aşkere kirin.

Li gorî rapora Kurdistan24ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab li Hewlêrê civiyan û di konferanseke rojnamevanî de naveroka civîna xwe aşkere kirin.

Di destpêkê de Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Me di civîna xwe de behsa çend mijaran kir, ji wan pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Birîtanyayê, pirsgirêkên

Hewlêr û Bexdayê û hewldanên ji bo çareserkirina wan, şerê li dijî terorê û metirsiyên dubare serîhildan û bihêzbûna DAIŞ, hilbijartinên dahatî yên Iraqê û rewşa navçeyê bi giştî.”

Serokê Herêma Kurdistanê got: "Em pêwendiyên xwe yên ligel Birîtanyayê bilind dinirxînin û spasiya Brîtanyayê dikin ji ber berdewambûna piştgiriya wê. Pêwendiyên gelê Kurdistanê bi Birîtanyayê re berî 30 salan li çiyayan dest pê kir. Di Nîsana 1991'an de Brîtanya û welatên din ên endamên Encûmena Asayişa Navdewletî biryara 688 derxistin û Brîtanya û hevpeymanên

me yên din roleke a sereke di komkirin û piştgîriya navdewletî ji bo damezirandina herêma aram û li dijefirînê de hebû, ev pêngav jî destpêkek nû ji bo Herêma Kurdistanê bû û ji wê demê ve pêwendiyên me di hemû qonaxan de bi Birîtanyayê re berdewam in di şerê li dijî DAIŞ'ê de berfirehtir bû. Spasiya Brîtanya û welatên din ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê dikin."
 

Serepeyv