Hezîran 07, 2021 18:01 Asia/Tehran
  • Hevkariya Îranê û Herêma Kurdistanê jibo danûstandina zanista teknîkî ya ajeldariyê

Alîkarê berhemanînên ajeldariyê li Wezareta Cîhada Cotkariyê ya Îranê qala hevkariya digel Herêma Kurdistana Iraqê jibo danûstandina zanista teknîkî ya ajeldarî û firotina berhemên ajelan kir.

Alîkarê berhemanînên ajeldariyê li Wezareta Cîhada Cotkariyê ya Îranê qala hevkariya digel Herêma Kurdistana Iraqê jibo danûstandina zanista teknîkî ya ajeldarî û firotina berhemên ajelan kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Murteza Rezayî, Alîkarê berhemanînên ajeldariyê li Wezareta Cîhada Cotkariyê ya Îranê di hevdîtina digel Bêgerd Dilşad Şukrullah Talebanî Wezîra Cotkarî û Çavkaniyên sirûştî ya Herêma Kurdistanê û nûnerên dewleta Herêma Kurdistanê li Têhranê got: Du armancên sereke yên perwerdekirina ajelan li Îranê dabînkirina proteîna heywanî û pêşxistina mayînde ya karê ajeldariyê li welêt e.

Wî her wiha got: Îran heftemîn welatê berhemênerê goştê mirîşkan e û zêde ji 2 miliyon û 400 hezar ton goştê mirîşkan berhem tîne.

Bêgerd Dilşad Şukrullah Talebanî jî got: Herêma Kurdistanê cînarê Îranê ye û divê jibo veguhestina tecrubeyên Îranê di warê zanista teknîkî ya Cotkariyê, bijîşkiya ajelan, berhemên ajlean û firotina berhemên cotkariyê ji Îranê bo Herêma Kurdistanê bi Îranê ra bixebitin.

 

 

Serepeyv