Hezîran 07, 2021 10:35 Asia/Tehran
  •  Li Herêma Kurdistanê 546 kes bi coronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 546 kes bi vîrusa coronayê ketin û 7 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 575 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa coronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 demjimêran de 8 hezar û 603 pişkinînên coronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de 546 pêketiyên nû yên coronayê hatin destnîşankirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 demjimêran de 575 nexweşên coronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di heyama rojekê de li Hewlêrê 2 Duhokê 3, û li Silêmaniyê 2 bi giştî 7 kes bi wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 1 milyon û 928 hezar û 745 pişkinînên coronayê hatin kirin, ji wan 173 hezar û 297 kes tûşî vîrusa coronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 160 hezar û 563 kes baş bûne û 4 hezar û 317 tûşbûyên coronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

 

Serepeyv