Hezîran 06, 2021 21:36 Asia/Tehran
  • PYDê kuştina 6 pêşmergeyên Herêma Kurdistanê karê Tirkiyê da zanîn

Partiya Yekitiya Demokratîk a kurdên Sûriyê (PYD) bombebarana Kampa Mexmûrê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir, herwiha ragihand Tirkiyê êrişa li Metîna ya ser hêzên Pêşmerge ku bû sedema kuştina 6 pêşmergeyên Herêma Kurdistanê pêk aniye.

PYDê bombebarana Kampa Mexmûrê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir û ev êriş wek “binpêkirina hemû qanûnên navnetewî” bi nav kir. PYDê herwiha ragihand, Tirkiyê êrişa li Metîna ya bo ser hêzên Pêşmerge pêk aniye û tekez kir, “Dewleta Tirkiyê ji van êrişan armanc dike şerekî navxweyî di navbera Kurdan de derxe” lewma bang li Hewlêr û Bexdayê kir, li hember êrişên Tirkiyê rawestin û berpirsyariyên xwe pêk bînin.

PYDê îro derbarê bûyera li Metîna ya êrişkirina ser hêzên Pêşmerge û bombebarakirina Kampa Mexmûrê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand: “Em êrişa hovane ya dewleta Tirkiyê ya li dijî kampa Mexmûrê şermezar dikin. Ev êriş li dijî hemû qanûnên navneteweyî ye. Dewleta Tirkiyê rasterast kampa tijî sivîl bombebaran kir. Balafirên wê jî çiyayê Kurêjaro yê li nêzî Şêladizê ya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê bombebaran kirin.”

PYD herwiha diyar dike: “Hemwextî bombebarana balafiran şeva şemiyê balafirên dewleta Tirkiyê girê Çarçela û derdora wê yê herêma Metînayê bombebaran kirin. Di wan êrişan de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirkiyê ji van êrişan armanc dike şerekî navxweyî di navbera Kurdan de derxe. Lewra divê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi komployên dewleta Tirkiyê a dagirker neyê xapandin û rê li pêşiya hewldanên wê bigire.”

Serokomarê Tirkiyê Erdogan îro li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî ku  di êrişa MÎTê ya bi balafira bê pîlot ser Mexmûrê de  Selman Bozkir bi nasnavê Doktor Huseyin berpirsê pilebilind ê PKKê û berpirsê giştî yê Kampa Mexmûrê hatiye kuştin.”

Serepeyv