Hezîran 06, 2021 10:28 Asia/Tehran
  • Osman Ocalan: Destê Tirkiyê di ‘şerê PKK-Pêşmerge’ de heye

Osman Ocalan siyasetmedarê Kurd û birayê rêberê PKKê yê girtî dibêje, destê Tirkiyê, di êriş û şerê li Metîna heye ku di encama wî şerî de 5 Pêşmerge hatin kuştin û 7 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Li çiyayê Metîna ku dikeve nav sînorê qeza Amêdiyê li Duhokê, êrişek li dijî karwanekî Hêzên Pêşmerge yên PDKê hat kirin û di encamê de 5 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û 7 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Siyasetmedarê Kurd Osman Ocalan beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bû û behsa êriş û şerê li Metîna kir û got, “Tiştek ecêb eva ye ku çima encameke wisa derket ne diyar e. Li vir aloziyek heye ku destê Tirkiyê tê de ye.”

Osman Ocalan dibêje, ev aloziyên dawîn ecêb in û “gelek tişt ti kes nizane kê kirine û diyar e ku destê veşartî yê Tirkiyê tê de ye.”

Birayê rêberê PKKê ku ji vê komê qetiya ye dibêje, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dewleta Tirkiyê hişyar bike ku “her dema xwest bombebaranê neke û divê ev rê li ber bê girtin.”

Di dewama gotinên xwe de Osman Ocalan li ser şerê duh yê li çiyayê Metîna dibêje, “wek şerê PKK û Pêşmege diyar e, lê di rastiyê de şerekî veşartî heye û ne diyar e navbera kê û kê de ye û dê çawa encam bide an sedem kî ye ne xuya ye û divê ev li ber çav bê girtin û teknîka dijmin zêde ye, vê teknîkê bikar tînin ku rastiyê veşêrin.”

Serepeyv