Dewleta Tirkiyê li gundekî Dihokê 3 sivîl birîndar kirin
Çile 22, 2021 22:55 Asia/Tehran
Balafirên şer ên dewleta Tirkiyê gundê Giriyan a bajaroka Çemankê ya ser bi parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê ve bombebaran kir. Di encamê de 3 sivîl birîndar bû.
Li gorî nûçeya Rojnews'ê, balafirên şer ên dewleta Tirkiyê di saetên piştî nîvro de gundê Giriyan a bajaroka Çemankê ya ser bi Dihokê bombebaran kir. Li gorî şahidên bûyerê di bombebaranê de 3 sivîl birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxana Dihokê.
Ji ber bombebaranê ziyan li malên welatiyan ketin. Beriya wê jî herêma Balekayetî bombebaran kir, di encamê de 250 bizin û mihên welatiyekê telef bûn.
Gundên Alane, Gundejor û Azadî yên herêma Balekayetî bi şidet ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirkiyê ve hatin bombebaran kirin.