Çile 22, 2021 17:16 Asia/Tehran
  • Tirkiye gundekî Herêma Kurdistanê bombebaran dike

Firokeyeke Tirkiyê îro zozanên gundê Gundejor li sînorê bajarokê Hacî Omeran a ser bi parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kir.

Rêveberê bajarokê Hacî Omeran, Ebdulwehab Mehmûd ji Rûdawê re ragihand: “Di vê demsalê de gund û navçeyên çiyayî yên Gundejor vala ne û di encama bombebaranê de ti zerara canî û malî çê nebûye.”

Bi gotina Ebdulwehab Mehmûd, Gundejor di demsalên buhar û havînê de avedan dibe, lê di payîz û zivistanan de gundî û kesên xwedî pez an cotkar lê nînin.

Rêveberê bajarokê Hacî Omeranê herwiha dibêje: “Rojhilatê gund li ber bombebarana firokeyeke Tirkiyê ketiye û bi hinceta hebûna hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wê derê bombebaran dike.”

Pêştir jî Gundejor çendîn caran ji aliyê Tirkiyê ve hatiye topbaran û bombebarankirin.,

Gundejor 15 kîlometran ji bakurê rojhilatê navenda qezaya Çomanê dûr e û herwiha nêzîkî 10 kîlometran jî ji gundê Zêve ya Pîranşarê li Rojhilatê Kurdistanê dûr e.

Serepeyv