Çile 15, 2021 22:53 Asia/Tehran
  • Meyade Necar: Hikûmeta Iraqê razî bû beşek ji diravê sê salan yê cotkarên Kurdistanê bide

Endameka kurd ya parlementoya Iraqê ragihand, hikûmeta Iraqê biryar da nîvê diravê genim yê sê salên borî yên cotkarên Kurdistanê bide.

Parlementera kurd û endama komîsyona aborî li parlementoya Kurdistanê, Meyade Necar ji BasNewsê re got, piştî hewl û xebata endamên kurd yên parlementoya Iraqê, wezareta bazirganiya Iraqê razî bû nîvê diravê genim yê salên 2014,2015 û 2016 yê cotkarên Kurdistanê bide.

Meyade Necar her wiha got, ew dirav dê hefteya bê were şandin, kujmê wê jî 266 milyar dînar e. Çimkî hikûmeta Iraqê zêdetirî 520 milyar dînaran deyndarê cotkarên Kurdistanê ye.

Wê parlementera kurd da zanîn jî, ewê hewl bidin nîvê din yê diravê cotkaran jî ji hikûmeta Iraqê werbigirin.

Serepeyv