Çile 15, 2021 16:15 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê mirin

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, 3 kesên din bi vîrusa Koronayê mirine.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihand.

Li gorî amarên han, di nav 24 saetên borî de 78 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine.

Wezaretê daye zanîn jî, ji duhî de 3 kes bi Koronayê mirine û 965 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Bi vî rengî, hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 104 hezar û 921 kesan.

Ji wan pêketiyan, 3 hezar û 434 kes mirine û 84 hezar û 837 kes jî baş bûne.

Serepeyv