Tîrmeh 11, 2020 00:14 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 211 kesên din bi Koronayê ketin

 Li Herêma Kurdistanê 211 kesên din bi Koronayê ketin û 11 kesên din jî pê canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên borî yên Koronayê belav kir.

Li gorî amarên han, di 24 demjimêrên borî de 211 kes bi vîrusa Koronayê ketine ku 70 kes ji wan li Hewlêrê ne, 71 kes li Silêmaniyê, 47 li Germiyanê, 10 kes li Duhokê û 13 kes jî li Helebcê ne.

Li gorî amarên wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, ji duhî ve 11 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane ku 2 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê û 2 kes jî li Germiyanê ne. 139 pêketiyên Koronayê jî li seranserî Herêma Kurdistanê baş bûne.

Bi vî rengî amarên giştî yên pêketin, mirin û başbûnê li Herêma Kurdistanê wiha ye:

Pêketin: 8937 (Hewlêr: 2184, Silêmanî: 6230, Duhok: 270, Helebce: 253)

Mirin: 305 (Hewlêr: 48, Silêmanî: 253, Helebce: 4)

Başbûn: 3211 (Hewlêr: 1493, Silêmanî: 1416, Duhok: 175, Helebce: 127)

Nexweş: 5421 (Hewlêr: 643, Silêmanî: 4561, Duhok: 95, Helebce: 122)