Hûrgiliyên nû ji peymana leşkerî navbera Hewlêr û Bexdayê / Pêşmerge bi merc vedigere Kerkûkê
Tîrmeh 09, 2020 09:25 Asia/Tehran
Bi ragihandina lihevkirina leşkerî navbera Herêma Kurdistanê û dewleta navendî ya Iraqê derbarê vegeriyana hêzên çekdar ên Kurd bo navçeyên kêşelisser, hîn jî hin nediyariyên vê peymanê hene.
Li gorî rapora Tasnim Newsê, Biryar e îro Pêncşemî an hefteya din desteyek ji Bexdayê jibo temamkirina gotûbêjên têkildar here Hewlêrê. Tevî vêya tê gotin ku vegeriyana hêzên Pêşmerge bo Kerkûkê û navçeyên din ên kêşeliser, bi merc e.
Li gorî ragihandina medyayên Kurdî, Mistefa Kazimî bi merc, vegeriyana hêzên Pêşmerge bo navçeyên kêşeliser pejirandiye.