Hezîran 30, 2020 20:17 Asia/Tehran
  • Li Kelarê esnafek hate kuştin

Li navçeya Kelar a Germiyanê esnafek hate kuştin û bikuj revîn.

Li navçeya Kelar a Germiyanê li nava bazarê du kesan bi çekê êrişî esnafekê kir.

Li gorî daxuyaniya polîsên Germiyanê di êrişa du kesan de esnafê bi navê Herdî Cemal Qedir ê 29 salî jiyana xwe ji dest da.

Cenaze rakirin Tiba Edlî ya Kelarê. Polîsan derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kir.