Asayîşê êrişê xwepêşandana Silêmaniyê kir
Hêzên asayîşa Silêmaniyê êriş birin ser xwepêşandana li Silêmaniyê û xwestin çalakvan dawî li xwepêşandanê bînin. Gelek çalakvan hatin binçavkirin, çalakvan diyar dikin ku ewê çalakiyên xwe berdewam bikin û alozî berdewame.
Nerazîbûnên hemberî qedexeyê her ku diçe zêde dibe. Komek welatî û esnafên bajarê Silêmaniyê, di saetên sibehê de li dijî girtina bazar û dikanên xwe daketin kolanan û çalakiyek lidarxistin. Piştî saetên nîvro mamosta û karmendên bajêr jî tevlî çalakiyê bûn û piştgiriya xwe nîşandan.
Ji beriya çend saetan jî hêzên asayîşê bi bombeyên gazê û cobên elektrîklî êriş birin ser xwepêşanderan. Gelek xwepêşander hatin binçavkirin.
Niha komek ji xwepêşanderan ber bi Cadeya Salim ve birêketine û beşa din jî ber bi Cadeya Mewlawî ve ketine meşê. Çalakvan diyar dikin ewê xwepêşandana xwe berdewamkin. Aloziya di navbera polîs û çalakvanan de berdewam e.