May 31, 2020 23:46 Asia/Tehran
  • 101 kes li Silêmaniyê bi Koronayê ketine

Hat ragihandin ku li parêzgeha Silêmaniyê di 24 saetên dawî de 101 kesên bi vîrusa Koronayê ketine hatine tespîtkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 24 saetên dawî de li parêzgeha Silêmaniyê 101 kesên bi vîrusa Koronayê ketine hatine tespîtkirin.

Li gorî daxuyaniyê ji kesên bi Koronayê ketine, 51 kes niştecihên Pênciwên, 42 kes niştecihên Silêmanî, 3 kes niştecihên Warmaw, 1 kes niştecihê Kelar, 1 kes niştecihê Kifrî, 1 kes niştecihê Xaneqîn, 1 kes ji parêzgeha Helebce û kesek jî rûniştvanê bajarê Bexda ye.

Li gor daxuyaniya dawî li Herêma Kurdistanê heta niha 709 kes bi Koronayê ketine, ji wan 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, 420 kes baş bûne û 284 kes jî tên tedawîkirin.