Çile 14, 2020 11:21 Asia/Tehran
  • Nîşangeha taybet a Îranê li Silêmaniyê dê were lidarxistin

Serkonsûlê Îranê li Silêmaniyê qala lidarxistina nîşangeha taybet a Îranê ji îro va li bajarê Silêmaniyê kir.

Mehdî Şûşterî, Serkonsûlê Îranê li Silêmaniyê tevî amajeya bi vêya ku Nîşangeha taybet a Îranê ji îro va bi qasî 4 rojan li cihê Nîşangehên navneteweyî yên Silêmaniyê dê were lidarxistin, got: Zêde ji sed kompaniyên îranî di warên cûrbicûr da ji wan Ferşên destçêkirî, pêşeyên destî, kelûpelên avahiyê, xwarek, Mobleman, Kinc û Tekstîl, Sol û Çerm, amûrên navmalî, berhemên Petrol û Petrokîmiyê, pêşeyên elektrîkê, Çap û pakêtkirin, Pêşeyên Plastîkê û hwd beşdarî vê nîşangehê bûne.