Kanûn 02, 2019 17:59 Asia/Tehran
  •  Serokê Yekitiya derfiroşer û derbikirên Herêma Kurdistanê:

Serokê Yekitiya derfiroşer û derbikirên Herêma Kurdistanê bal kişand ser peywendiya Îranê bi Herêma Kurdistanê re û got: "Peywendiya ticarî navbera Îran û Herêma Kurdistanê salê dighêje 6 milyar dularî."

 Li gorî rapora Kurd Press`ê ji zarê IRNA`yê, Şêx Mustefa Ebdulrehman, îro li civîna ticarî ya Îran û Iraqê bal kişand ser peywendiya navbera bazirganên îranî û Herêma Kurdistana Iraqê her roj zêdetir dibe û got: "Em hêvî dikin ev peywendî bi tenê bona derkirîna  kelûmaln  ji Îranê nebin."

 Wî got: "Em hewl didin ku Herêma Kurdistana Iraqê jî hin berhem hebin û berhemhêner û fabrîkeyên  îranî hevper li Herêma Kurdistanê hazir bibin."

 Ebdulrehman bal kişand ser vê yekê ku çalakên Herêma kurdistanê li fikra çêkirina  fabrîkê li vê navçê bin û got: "Vê navçeyê ewlehiya pêdivî bo xebatên aborî heye."

 Wî teqez kir: "Herêma Kurdistanê wek nunerê hikûmeta Iraqê amadeyî hevkariya bi derfiroşerên îranî re ye."

 Serokê Yekitiya derfiroşer û derbikirên Herêma Kurdistanê got: "Îran li warên curbicur fabrîkeyên bi kualîteya zav hene û em dikarin vê mewqiyê bi kar bînin."

 Wî ser pêwîstiya peywendiya bi konsûlxana Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê teqez kir û got: "Nasandina bazirganan ji aliyê konsûlxanê dê kar jibo ticaretê hêsan bike."

 Hêjayî gotinê ye ku  civîna  ticarî ya Îran û Iraqê îro û sibê li hotêla Parsiyana  Azadî ser mijara xwarek û berhemên sûpêrmarkêtî dê bê lidarxistin.