Mijdar 10, 2019 13:38 Asia/Tehran
  • Şaneyên veşartî yên DAIŞê li devera Germiyanê ya  Dozxormatûyê îmha bûn

Hêzên Pêşmerge yên Herênma Kurdistana Iraqê li navçeyên Pelkane û Xerayan li herêma Germiyanê pêk anîn û di encamê de 50 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 7 şaneyên DAIŞê hatin têkbirin.

Komandoyên Fermandariya Hêzên Altunî ser bi Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ve, li dijî 7 şaneyên veşartî yên DAIŞê li navçeyên Pelkane û Xereyanê li herêma Germiyanê operasyonek encam dan. Di vê operasyonê de firokeyên hêzên hevpeyman bi taybet jî yên Fransayê piştevaniya hêzên Pêşmerge kirin .

Fermandarê Hêzên Altunî Hewraz Kakemîn, ji Rûdawê re ragihand ku ji roja 16ê Cotmehê ve xelkê li navçeyên nakok di nav tirsê de dijîn û got, “Li Zînane, Pelkane û Şorawê tevgerên terorîstên DAIŞê her ku diçû zêde dibû.”

Hewraz Kakemîn diyar kir ku wan jî operasyonek bi piştevaniya hêzên hevpeyman li dijî şaneyên koma terorîst a DAIŞê yên li wê navçeyê encamdan û aşkere kir ku heta niha 50 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Kakemîn herwiha got “Ev yekem operasyona me ya li herêmê ye û heta ku me dijmin bi tûm tune nekiriye dê operasyon bidomin.”

Xelkê gundewarên bajarokên Qeretepe û Newcûlê ji Rûdawê re ragihandin ku ew bi berdewamî rastî êrişên çekdarên DAIŞê tên.

Li gor zanyariyan di êrişên çekdarên DAIŞê yên di heyama 2 mehan de 5 kesên sivîl canê xwe ji dest dane û 4 jî birîndar bûne.