Cotmeh 16, 2019 19:27 Asia/Tehran
  •  930 awareyên kurd ên sûrî derbasî Herêma Kurdistanê bûn

Rêveberê giştî yê karûbarên qeyranê yê Herêma Kurdistana Iraqê raghand ku 930 aware ji Kurdistana Sûriyê berê xwe dan parêzêgeha Dihoka Herêma Kurdistanê.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Hûşeng Muhemed li gotûbêja bi televîzyona Rûdawê re raghand ku heta niha 930 awareyên kurd ên sûrî piştî êrişa artêşa Tirkiyê ser navçên kurdnişîn ên Sûriyê derbasî parêzgeha  Dihoka Herêma Kurdistanê bûn. 

 Wî got ku şeva buhurî 472 aware ji Kurdistana Sûriyê derbasî herêmê bûn û 100 rêxistinên  navneteweyî û mirovheziyê jî bona alîkariya bo awareyan amadetiya xwe raghandine. 

  Rêveberê giştî yê karûbarên qeyranê yê Herêma Kurdistana Iraqê got ku awareyên hanê îro çarşemiyê tên guhestin bo kampa taybetî awareyan li Berdereşê li parzêegha Dihokê  ku pêştir cihê nişetcihkirina  awareyên parêzgeha  Neynewayê bûye û piştî vegeryana wan bo navçên xwe niha vala bûye û amadeyî wergirtina awareyên kurd ên sûrî ye. 

 Wî her wiha got ku  berpirsên vê kampê bi alîkariya saziyên gelanî û hêzên xwebexş ên herêmê, cihê niştecihkirina awareyan amade kirine û 140 kon ji wan re hazir kirine. 

 Li gor amarê niha  milyonek û 41 hezar aware û ji wan 229 hezar awareên kurdê sûrî li Herêma Kurdistanê hatine niştecih kirin.