Cotmeh 08, 2019 15:45 Asia/Tehran
  • Mesûd Barzanî: Em hewil didin ku kurdên Sûriyê nebin gorî

Serokê Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê di peyamekê da destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê ji rêya kanalên xwe yên têkilliyê hewil dide ku rê li ber gorîbûna Kurdên Sûriyê di karesateke din da bigire.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê televîziyona Rûdawê, Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê bi weşandina peyamekê li ser Twittera xwe, tevî diyarkirina dilgiraniya xwe derbarê zêdebûna kêşeyan û xerabiya rewşê li navçeyên Kurdnişîn ên Sûriyê, ragihand: Em ji rêya çend kanalên xwe yên têkillîgirtinê hewildana xwe ya herî zêde jibo dilniyabûna ji vêya ku Kurdên Sûriyê careka din nebin goriyê karesatê, pêk tînin.

Ev di rewşekê da ye ku wî şeva bihurî di hevdîtina bi Sêrgêyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê ku çûye Hewlêrê ku Hişyar Zêbarî endamê ofîsa siyasî ya partiya Dêmokratê jî têde beşdar bû ragihand ku dilgiraniya xwe derbarê çarenivîsa Kurdên Sûriyê ji lavrof ra gotiye û li gorî vêya ku rewşa navçeyên Kurdnişîn ên Sûriyê li ser Herêma Kurdistanê jî bandorê dike, ji wî xwestiye ku Rûsiye hêza xwe jibo parastina Kurdên Sûriyê û pêşîlêgirtina ji awarebûna wan bi kar bîne.