Cotmeh 04, 2019 17:05 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî têkildarî xwepêşandanên li Iraqê daxûyanîyek da

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî derbarê xwepêşandan û rewşa niha ya Iraqê de peyamek belav kir û di vê peyama xwe de daxwaza parastina asayiş û istiqrarê dike û tekez dike, alozî û têkdana asayişê û veguherîna xwenîşandanan bo şîdetê, rewşê aloztir û dijwartir dike û ti tiştekî çareser nake.

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji hemû aliyan jî dike, ku ser hemdê xwe bin û tekez dike, ku lidarxistina xwepêşandanên sivîl û aştiyane, mafekî destûrî û parastî ye û lê nabe ew maf veguhere tundûtîjî, pevçûn û alozkirina rewşê û binpêkirina destûrê û gefxwarina himberî asayişa giştî û jibo têkdan û hilweşandina saziyên dewletê were bikaranînê.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de dibêje, “pirsgirêkên serhev- kombûyî yên Iraqê ne yên rojekê ne, belku yên serederî û siyasetên şaş ên bi dehan salên derbasbûyî yên hikûmetên berê yên Iraqê ne” û destnîşan dike, “ti hikûmetek li Iraqê nikare di şev û rojekê de wan pirsgirêkan çareser bike.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî dibêje:“Bicihanîna xwestek û daxwazên gel, pêwîstî bi alîkarî û piştgiriya hemû hêz û aliyan heye. Parastina asayiş û istiqrara niha û paşerojê li welêt, erk û berpirsyariya hemûyan e û pdivî bi hûrbînî û zenbûna hemû aliyan heye.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike, ku Iraq niha di rewşeke hesas de ye, ku pêwîstî bi aramî û istiqrarê heye û dibêje: “Alozî û têkdana asayişê û ji kontrolê derketina bûyeran, rewşê xirabtir û dijwartir dike, ti tiştekî çareser nake û hemû gelên Iraqê tê de zirarê dibînin. Em daxwaz dikin ku hemû alî ser hemdê xwe û aram bin, yasayê biparêzin û berjewendiya welêt bidin ber çavan.”