Cotmeh 04, 2019 16:58 Asia/Tehran
  • Îrec Mescidî û Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê civîyan

Balyozê Îranê li Bexdayê di dewama gotûbêja bi rayedarên Kurd re li Hewlêrê, bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtin û gotûbêj kir.

Berpirsê Peywendiyên bi Îranê re li Saziya Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Ebdullah Akreyî li gotûbêja bi Kurd Press`ê re, peywendiyên dualî û riyên berfirehkirina wan û alûgurên Iraq û navçê weke mêhwerên hevdîtina roja pêncşemiyê ya Îrec Mescidî û Nêçîrvan Barzanî, dan zanîn.

Wî got: Îrec Mescidî balyozê Îranê li Iraqê li Hewlêrê her wiha bi Fazil Mîranî, sekreterê nivîsgeha siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re hevdîtin pêk anî û li bara peywendiyên dualî gotûbêj kir.

Mescidî roja çarşemiyê gihêşt Hewlêrê û yekim hevdîtina xwe bi Mesrûr Barzanî, serokwezîrê  Herêma Kurdistanê re cih anî û her du aliyan li vê hevdîtinê ser berfirehkirina  peywendiyên dualî teqez kirin.

Barzanî û Mescidî her wiha ser peywendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê û alûgurên navçê gotûbêj kirin.

Balyozê Îranê li Bexdayê bi Qubad Talibanî, alîkarê serokwezîrê Herêma Kurdistanê er jî civiya ku têde Talibanî bal kişand  ser peywendiyên dîrokî û demdirêj navbera kurdan û şîeyan li Iraqê û ser pêwîstiya xurtkirin û berfirehkirina zêdetir a van peywendiyan teqez kir.

Wî raghand ku xurtkirina  peywendiyên navbera kurdan û şîeyên Iraqê dibe sedema pêşketina  zêdetir  a welêt û pêkanîna  aramî û ewlehiyê li Iraqê.

Her du aliyan li beşek din ji gotûbêjên xwe li bara peywendiyên dualî navbera Îran û Herêam Kurdistanê û riyên berfirehkirina wê şêwirîn.

Talibanî û Mescidî her wiha ser pêwîstiya çareserkirina  pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê sekinîn û alîkarê serokezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku  Hewlêrê amadetiya çareserkirina  hemî pirsgirêkan bi hikûmeta navendî li gor qanûna bingehîn a Iraqê heye.

Hêjayî gotinê ye ku Mescidî piştî ku gihêşt Hewlêrê, seredana 13`mîn nîşangeha navneteweyî ya pêşeyên avahiyan a Hewlêrê ku bi beşdariya 300 şîrketên ji 22 welatên cîhanê ji wan Îranê li halê lidarxistinê ye, kir.

Ebdullah Akreyî, Berpirsê Peywendiyên bi Îranê re li Saziya Peywendiyên derve ya Herêma Kurdistanê pêştir li bara sefera Mescidî bo Herêma Kurdistanê ji Kurdpressê re got: Ev sefera li çarçoveya xurtkirin û berfirehkirina peywendiyên dualî û çareserkirina  hin mesele û pirsgirêkan bi taybet li peywendiyên bazirganiyê pir girîngiya xwe heye.