Îlon 13, 2019 08:02 Asia/Tehran
  • Serokê PDK`ê pêşwazî li desteya ENKS`ê kir

Desteyeke Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûrîyê (ENKS) bi Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistana Iraqê (PDK) re hevdîtin pêk anî.

Desteyeke Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûrîyê (ENKS) ku ji Berpirsê Komîta Peywendiyên Derve ya ENKSê Kamiran Haco û Endamê wê komîteyê Îbrahîm Biro pêk hatibû, duh danê êvarê bi Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî re derbarê pêşhatên siyasî yên dawî li Sûriye û helwesta welatan li ser qeyrana Sûriyê û hevkêşeyên meydanî û siyasî yên niha yên li ser asta Sûriyê û navçeyê gotûbêj kir.

Serokê PDK`ê di wê civînê de nêrîn û şîretên xwe têkildarî rewşa giştî ya Sûriyê Kurdên wî welatî, hilêxistin.

Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê di dema dawî de serdana gelek welatên cîhanê kiribû û ligel berpirsên Wezaretên Karên Derve yên Rûsya, Amerîka, Almanya û Swîsra civiya.