Îlon 12, 2019 15:30 Asia/Tehran
  • Ferset Sofî wek parêzgarê nû yê Hewlêrê hat hilbijartin

Îro Encûmena Parêzgeha Hewlêrê, bi piraniya dengan berbijêrê PDKê yê ji bo parêzgariyê, Ferset Sofî weke parêzgarê nû yê Hewlêrê hilbijart.

Piştî ku parêzgarê Hewlêrê, Newzad Hadî dest ji kar kişandina xwe ragihand, îro Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ji bo hilbijartina parêzgarekî nû civiya.

Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Encûmena Parêzgeha Hewlêrê, parlamenterê xwe yê dewra pêncem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Ferset Sofî ji bo wergirtina wê postê berbijêr kiribû.

Di civîna îro ya Encûmena Parêzgeha Hewlêrê de, berbijêrê PDKê Ferst Sofî ji dengên 28 endamên encûmenê, dengên 27 kesan bides txistin û weke parêzgarê nû yê Hewlêrê hat hilbijartin.

Li gor yasayê, ji bo hilbijartina Parêzgarê Hewlêrê, pêwîstî bi dengên 16 endamên encûmenê heye.

Ferset Sofî sala 1978an ji dayik bûye û xwediyê bawernameya Doktora di Yasaya Giştî de ye.

Herwiha Ferset Sofî, di xûla çarem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê de, parlamenterê PDKê bûye, bo demekê jî di Zanîngeha Polîteknîk a Hewlêrê de mamostetî kiriye.

Sofî endamê Desteya Şêwira Yasayî ya li Serokatiya Herêma Kurdistanê, endamê Komîteya Amadekirin û Nivîsandina Destûra Herêma Kurdistanê û endamê Komîteya Bilind a Reformê li Herêma Kurdistanê jî bûye.

Herwiha ew tekane parlamenter e li Herêma Kurdistanê ku piştî bidawîhatina erkê parlamenteriyê, wergirtina miaşê xanenişîniyê red kiriye.