-
Bexda- Dironeke 2 kîlogiram bombeyî lê barkirî hat girtin
Tîrmeh 23, 2020 13:21Îro pêncşemê 23.07.2020an Hikûmeta Iraqê ragihand balafireke bêpîlot (dironeke) 2 kîlogiram bombe li ser barkirî li ser Bexdayê difiriya û ew diron hatiye girtin.
-
Sehaf: Ji bo dawîanîna êrişên Tirkiyê, Iraq gotûbêjan dike
Tîrmeh 23, 2020 15:44Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed El Sahef bal kişand ser êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser xaka Herêma Kurdistanê û got;” Ji bo dawîanîna êrişên Tirkiyê Iraq gotûbêjan dike.”
-
Rojnameya tirkiyeyî qala biryara Amerîka, Misir û Imaratê jibo piştevaniya ji PKKê li Iraqê kir
Tîrmeh 22, 2020 12:34Rojnameya HaberTurkê di nivîsarekê da hin hûrgillî ji tevgerên hevdem ên Amerîka, Misir û Imaratê jibo piştgiriya ji PKKê li bakurê Iraqê weşand.
-
Serokwezîrê Iraqê dê sibe Sêşemiyê were Têhranê
Tîrmeh 20, 2020 18:05Mistefa El-Kazimî, Serokwezîrê Iraqê jibo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê ra, dê sibe anku Sêşemiyê di serê desteyeke payebilind a siyasî û aborî were Têhranê.
-
El-Amirî: Divê hikumeta Iraqê li hember destwerdana dewleta Tirkiyê bê deng nemîne
Tîrmeh 20, 2020 14:11Serokê Hevalbendiya Fetih Hadî El-Amirî îro bang li hikumetê kir ku ji bêdengiya xwe li hember destwerdana dewleta Tirkiyê a li dijî xaka Iraqê derkeve û tedbîrên dîplomatîk di vî warî de bigire.
-
Hevdîtina Zerîf û Hekîm ; Dewama gotûbêjên Zerîf li Iraqê
Tîrmeh 19, 2020 13:22Wezîrê karên derve yê Îranê ku çûye Bexdayê, bi Serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê ra hevdîtin pêk anî.
-
Zerîf û Berhem Salih derbarê dawîn alûgorên pêendiyên Îran û Iraqê axivîn
Tîrmeh 19, 2020 10:58Wezîrê karên derve yê Îranê ku îro çûye Bexdayê, di dewama sefera xwe bi Seerokomarê Iraqê ra hevdîtin pêk anî.
-
Fermana El-Kazimî jibo girtina sebebkarên bûyera têrorîstî ya Tarimiyê
Tîrmeh 18, 2020 05:51Mistefa El-Kazimî Serokwezîr û Fermandarê giştî yê Hêzên çekdar ên Iraqê Îniyê bi şev ferman da saziyên istixbaratî û hêzên ewlehiyê ku operasiyona lezgîn jibo girtina ssebebakrên bûyera têrorîstî ya Şaristana Tarimiyê pêk bînin.
-
Li Iraqê 2 hezar û 23 kesên din bi vîrusa korona ketin
Tîrmeh 17, 2020 18:55Îro 17.07.2020ê li Iraqê 2 hezar û 23 kesên din ên pêketiyên vîrusa korona hatin destnîşan kirin.
-
Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Fransayê tekeziyê li serweriya Iraqê dikin
Tîrmeh 17, 2020 08:23Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian duh piştî ku gihêşt Bexdayê ligel hevtayê xwe yê Iraqê Fuad Husên civiya.