Birîndarbûna 5 hêzên iraqî dema jordaxistina xwofirrekî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i354369-birîndarbûna_5_hêzên_iraqî_dema_jordaxistina_xwofirrekî
Li Iraqê hat ragihandin ku 5 hêzên Heşdi Eşayirî dema hewla ji bo sernixûnkirina xwofirreke teqandinê birîndar bûn.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 23, 2025 13:16 Asia/Tehran
  • Birîndarbûna 5 hêzên iraqî dema jordaxistina xwofirrekî

Li Iraqê hat ragihandin ku 5 hêzên Heşdi Eşayirî dema hewla ji bo sernixûnkirina xwofirreke teqandinê birîndar bûn.

Çavkanîyekî iraqî ragihand ku 5 hêzên Heşdi ul Eşayirîyê birîndar bûn, dema ku hewil didan xwofirreke teqandinê ya hilgirê maddeyên teqandinê li parêzgeha Enbarê jorda bixin. Ev bûyera dema hewla hin hêzên Yekîneya 54 a Heşd ul Eşayirîyê ji bo jordaxistina xwofirrekê li esmanê çola Enbarê qewimî.

Hêzên emnî lêkolînên pêwîst derbara vê bûyerê da dest pê kirin û birîndar jî bo nexweşxanê hatin veguhestin.