Peyama Bexdayê jibo Şamê derbarê bombeya sietê ya metirsîdar li Sûriyê
Parlemanterekî Iraqê derbarê hûrgiliyên peyameke girîng a Bexdayê ji bo Şamê derbarê bombeyeke sietê ya metirsîdar li Sûriyê agahî da.
Amir El-Fayiz parlemanterê Iraqê ragihand ku kampa Holê ya li Sûriyê niha 30 hezar kesî ku piraniya wan endamên DAIŞê ne li xwe de de cih kiriye.
El-Fayiz her wiha got: Ew welatiyên 50 welatan in û wek bombeyeke sietê kar dikin ku tenê gefê li Sûriyê naxwe belkî gefek li dijî welatên navçê û cîhanê ne.
Parlamenterê iraqî her wiha got: Rûniştiyên vê kampê bi taybet yên nûgîha bi salan e li ser bîr û hizrên terorîstên DAIŞê hatine perwerdekirin. Rayedarên Iraqê piştî alûgurên vê dawiyê i Sûriyê, peyamek girîng ji Şamê re şandin û daxwaza çareserkirina dosiya kampa El-Holê kirin. Wan her wiha tekez kirin ku kampa El-Hol û çareserkirina vê pirsgirêkê ji bo Bexdayê ewlewiyetek e. Hevgav hin çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku berpirsên iraqî derbarê plana ewlehî ya Bexda, Enqere û hikûmeta demkî ya Sûrî di bin çavdêrîya Amerîka de bo jinavbirina zîndana Guwêran û kampa El-Hol li Sûrîyê agahî dane.
Şeş berpirsên iraqî ji wan siyasetmedarekî navdar li Bexdayê ragihandin: Bexda, Enqere û hikûmeta Sûriyê di bin çavdêriya Amerîkayê de niha li ser pilaneke mezin a ewlehiyê lêkolînê dikin ku armanca wê ji holê rakirina girtîgeha Guwêranê nasiyar bi girtîgeha El-Senae û Kampa El-Holê ye, ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk li parêzgeha Hesekê li rojhilatê Sûriyê de ne.Ev plan dê di çend qonaxan de were cîbicîkirin û Iraq jî berpirsê cîbicîkirina beşeke mezin a wê ye.