Li Kerkûkê 6 endamên DAIŞê hatin kuştin
Çile 10, 2025 18:34 Asia/Tehran
Dayra Ragihandina Emnî ya Iraqê ragihand ku meytê 6 endamên DAIŞê li Kerkûkê hatin dîtin.
Di daxûyanîya Dayra Ragihandina Emnî ya Iraqê da hatîye ku bi dû êrişa balafirên cengê yên vî welatî ser veşartgehên terorîstên DAIŞê li çîyayên Hemrînê li Kerkûkê, hêzên Dezgeha DIjeterorê li cîyê êrişê bi cih bûn û wan hêzana meytê 6 endamên DAIŞê ji wan ê Cîgirê Walîyê DAIŞê yê Kerûkê peyda kirin.
Dayra Ragihandina Emnî ya Iraqê herwiha ragihand ku ev êrişa pûçkirin û bêbandorkinê li gorî lêzanînên deqîq ên emnî hat lidarxistin û bandoreke mezin di serketina li hember endamên mayî yên DAIŞê da hebû.
Hêzên emnî û leşkerî yên Iraqê ragihandine ku yê meydanê li DAIŞê û serkirdên wê yên mayî teng bikin.