Bexda: Emê bi qawet û bi tundî bersiva her êrişekê bidin
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê di axiftinekê de wek bereteka li hember dilnigeraniyên pekiyana êrişên komên têrorîst ên Sûriyê nav axa Iraqê, tekez kir, ku Iraq dê bi tundî bersiva her êrişeke bi vî rengî bide.
Fûad Husêyn,Wezîrê Derve yê Iraqê di hevpeyvînekê de got: Em dilnigeranê alûgurên li Sûriyê ne û em bi hûrî û dîqet bi aliyên pêwendîdar re derbarê wê meselê rawêjkariyê dikin. Wî her wiha got:Hikûmeta Sûriyê hewl dide bajarên mezin wek Hums û Şamê biparêze û em ji ber pêkhatina aloziyeke çekdarî li Sûriyê dilnîgeran in.
Fuad Husêyn tekez kir: Emê li hember her cure êrişekê ser Iraqê bi tundî rawestin û parastina sînorên me erka me ye. Li pişt vê karesata ku niha li Sûriyê diqewime, hin kes ji hemû aliyan hene.
Wezîrê Derve yê Iraqê her wihagot: Em ji bo Sûriyê aramî û ewlehiyê dixwazin û çêbûna aloziyê li wir bandorê li ewlehiya Iraq û navçeyê dike; Ji ber ku DAIŞ li Sûriyê ye û serkirdeyên wê di zindanan de ne.Wî her wiha got ku siyaseta Bexdayê ne destwerdana di karûbarên welatan de ye, belku parastina sînoran e.