Li Kerkûkê teqîn: Çend pêşmergeyan canê xwe ji dest dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i352173-li_kerkûkê_teqîn_Çend_pêşmergeyan_canê_xwe_ji_dest_dan
Li navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Kerkûkê bombeyeke ku berê hatibûye danîn, di Lîwaya Yekê ya Hevbeş a hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê de teqiya.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tesrîn 17, 2024 13:52 Asia/Tehran
  • Li Kerkûkê teqîn: Çend pêşmergeyan canê xwe ji dest dan

Li navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Kerkûkê bombeyeke ku berê hatibûye danîn, di Lîwaya Yekê ya Hevbeş a hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê de teqiya.

Di encamê da 2 fermandarên bi navê Saman û Mihemed tev zêrevanekî canê xwe ji dest dan û 3 zêrevan jî birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Iraqê ji bo veqelişînê  cenazeyên Pêşmergeyên candayî birine Bexdayê û yê heta 2 yan 3 rojan vegerîne.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî li ser vê bûyerê got: Ev kiryareke terorîstî ye û nîşan dide ku teror hela hê  jî metirsiyeke rasteqîn e û gefê li aramiya Iraq, Herêma Kurdistana Iraqê û hemû herêmê dixwe.