Tekeziya rayedarê ewlehiyê yê Iraqê ser dijberiya li himber destdirêjiya ser welatên navçê ji qada esmanî ya vî welatî
Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê ser dijberiya tund a Bexdayê li himbeîr bikaranîna qada esmanî ya vî welatî bo destdirêjiya ser welatên navçê tekez kir.
Qasim Erecî, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê roja şemiyê di hevdîtina li gel serdar Mecîd Qolîpûr, misteşarê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê tekezî ser helêwsta Iraqê bona dijberiya li himber bikaranîna esmanê vî welatî ji bo êrişa ser welatên cîran û navçeyê kir.
Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê û misteşarê Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê her wiha ser rêyên xurtkirina ewlehî û aramiya Îran û Iraqê û aktîvkirina rêketina jibo kontrolkirina sînoran û dewama hevkariyên di warên rawestana li ber terorîzmê û qaçaxê gotûbêj kirin. Li nav welatên ereb ên navçeya rojava Asiyayê de , Iraq xwediyê nêzîkatiyên herî zêde yên çandî û mezhebî bi Îranê re ye.