Êrişa berxwedana Iraqê ser dagirkeran
Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku du caran bi xwefiran êrişî armancekek leşkerî li bakurê erdên dagirbûyî kiriye.
Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, Hêzên Berxwedanê di çarçoveya dewama siyaseta ş rawestana li himber dagirkeran û piştgiriya ji gelê Filistîn û Lubnanê û herwiha li bersiva cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî sivîlan ji wan jin, zarok û kal û pîran, armancekek leşkerî ya vê rejîmê li bakurê erdên dagirbûyî bi xwefiran dan ber êrişan.Berxwedana Îslamî ya Iraqê di daxuyaniyeke din de tekez kir: Hêzên berxwedanê bo cara duyem vê sibê hedefa leşkerî ya rejîma dagirker dan ber xwefiran.Berxwedana Iraqê her wiha ser dewama êrişên leşkerî yên li dijî meqerên siyonîstan û girankirina van êrişan li dijî dagirkeran tekez kir.