Îlon 20, 2024 15:40 Asia/Tehran
  • Rexneya parlamenterê Iraqê ji berdewamiya êrişên Tirkiyê ser bakurê Iraqê

Burhan Nasir El-Nemrawî ,Nûnerê Parêzgeha Enbarê li Parlemana Iraqê ji berdewamiya êrişên Tirkiyê ser bakurê Iraqê rexne girt û got: Êrişên artêşa Tirkiyê ser Bakurê Iraqê destdirêjiya ser serweriya Iraqê tê hesab.

Burhan, Nasir El Nemrawî bal kişand  ser wê yekê ku Êrişa artêşa Tirkiyê  ser bakurê Iraqê binpêkirina serweriya Iraqê tê hesab û ji Wezareta Derve ya Iraqê daxwaz kir ku li gorî yasayên navdewletî tedbîrên cidî ji bo rawestandina vê êrişê bigire. El-Nemrawî her wiha got: Meclisa nûnerên Iraqê hîna jî li benda kiryarên Wezareta Derve ye ji bo girtina pêşiya pêşdeçûna berdewam a hêzên Tirkiyê ber bi navçeyên bakurê Iraqê ye kuwek binpêkirina serweriya Iraqê tê hesabê.

Di halekê ku êrişên  Tirkiyê  ser Herêma Kurdistana Iraqê ji aliyê rayedar û komên Iraqî ve tê şermezarkirin, Tirkiye jî van êrişan didomîne û di êrişa herî  dawî de, şeva borî balefirên cengê yên artêşa Tirkiyê careke din gundên  Xiryas, Gurgemêşa û Nûdeştê  yên herêma Çiyayê Qendîlê bombebaran kirin.

Serepeyv