Adar 19, 2023 17:15 Asia/Tehran
  • Alimên Iraqê li hemberî bêrêziya leşkerên ukraynî li Qurana pîroz bertek nîşan dan

Alimên Iraqê daxwaza berxwegirtina helwêsta aşkira li hemberî bêrêziya leşkerên ukraynî li Qurana pîroz kirin.

Hejmareke leşkerên ukraynî yên tundrê bi kiryareke bêrêzane, hin vîdyo li nav torên civakî belav kirin ku tê da hin belgeyên Quranê didirînin û di êgir da dişewitînin.

“Xalid El-Mela” Serokê Civata Alimên Iraqê roja Yekşemiyê got: Dema ku ev nûçe û dîmen ji aliyê misilmanên cîhanê va tên bihîstin û dîtin, dibe sebeb ew berteka nerênî nîşan bidin. Divê rêz li bawerî, dîn, raman û çanda kesên din were girtin.

El-Melayî tekez kir: Hereketeke wiha hokareke girîng ji bo pêkvejiyana aştiyane û pejirandina kesên din e. Nakokiyên siyasî di navbera dewletan da nabe ku bibe sebeba bêrêziya li pîrozweriyên dînî.

Wî got: Em naxwazin ku pevçûna di navbera gelan da pevçûna dînî be. Dîn divê xwe dûr pevçûnê dûr bigirin, ji ber ku pênase û mahiyeta wan aştiyane ye û ew aramî û ewlehiyê rewac didin. Ji ber vê yekê em wek misilman li dijî tundrêtiyê ne û ti ciyawaziyek tune ku ev tundrêtî û zêdegavî ji aliyê sune, şîe an xirîstiyaniyan be. Bi her awayî tundrêtî dê nakokiyan gurrtir bike.

“Şêx Xizr Şehrûr” Nûnerê Wezîrê Ewqafê yê Sûriyê jî got: Bêdengiya hikûmeta Ukraynê li hemberî vê kiryara kirêt a leşkerên ukraynî, nîşana piştrastkirina vê kiryara pîs û guhertina rêya vê şerê bi serokatiya Amerîkayê û veguherîna wî bo şerekeî mezhebî û dînî ye ku aqilmendên di qada siyasetên da wê yekê napejirînin.

 

Serepeyv