Sibat 06, 2023 13:46 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê serdana Iraqê kir

Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê di serê desteyeke 95 kesî ji dîplomat, bazirgan, fermandeyên leşkerî û nûçegihanên medyayên rûsî êvara Yekşemiyê derbasî Bexdaya paytexta Iraqê bû.

Li gorî nûçeya IRNA’yê, Lavrov biryar e di vê serdanê da tev “Muhemed Şiya Sûdanî” serokwezîr, “Fuad Hisên” wezîrê derve û serokên saziyên sereke yên dewleta Iraqê hevdîtin pêk bîne.

Desteya payebilind a ûrisan pêkhatî ji nûnerên kompaniyên nift û gazê û kompaniyên din ên aborî yên Rûsyê ye.

D vê serdanê da 25 nûçegihan hevrêtiya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê dikin.

Ev serdana Lavrov bo Bexdayê piştî wê pêk hat ku ewropiyan ji zimanê serokwezîrê Almanyayê di serdana serokwezîrê Iraqê bo wî welatî ragihandin ku dixwazin kêmbûna enêrjiya Ewropayê di germegerma şerê Ukraynê û sepandina boykotên welatên rojavayî li ser Rûsyê, bi nift û gaza Iraqê bicebirînin.

Serepeyv