Baregeha leşkerên Tirkiyê li Iraqê kete ber êrîşa bi roketan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i337969-baregeha_leşkerên_tirkiyê_li_iraqê_kete_ber_êrîşa_bi_roketan
Baregeha leşkerên Tirkiyê li bakûrê Iraqê kete ber êrîşa bi çar roketan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 04, 2022 09:12 Asia/Tehran
  • Baregeha leşkerên Tirkiyê li Iraqê kete ber êrîşa bi roketan

Baregeha leşkerên Tirkiyê li bakûrê Iraqê kete ber êrîşa bi çar roketan.

Kamala Saberin Newsê li Telegramê berbanga Yekşemiyê ragihand ku dengê çend teqînên mezin li Mûsila bakûrê Iraqê hatiye bihîstin. Vê kanalê ragihand, Ev teqîn li baregeha leşkerî ya bi navê Zelîkanê ya devera Başîqeyê qewimîne. Leşkerên Tirkiyê li vê baregehê bi cih bûne.

Hin çavkaniyên din jî ragihand ku dûkeleke tîr ji vê baregehê rabûye asimên. Demek piştra Saberin Newsê ragihand ku roketên Grad li baregeha Tirkiyê ketine.

Baregehên leşkerên Tirkiyê li bakûrê Iraqê di mehên derbasbûyî da bi caran ketine ber êrîşên bi roket û xwefirran ku ji aliyê komên nenas va pêk hatine.