Kanûn 01, 2022 18:41 Asia/Tehran
  •  Bexdayê terxankirina sedî 14 ê gişt bûceya Iraqê bo Herêma Kurdstanê qebûl kir

Taxima pilebilind a Herêma Kurdistana Iraqê bona çareserkirina pirsgirêkan navbera Hewlêr û Bexdayê ev çend roj in ku li Bexdayê ye.

Îro du taximên pilebilind ên Herêam Kurdistanê û Bexdayê civiyan. Terxankirina bûceya Herêma kurdstanê û pesendkirina vê bûdceyê ji hêla dewleta Iraqê va ji nûçeyên giring ên vê civînê bûn.

Sharpress'ê ji zarê çavkaniyeke agahdar a nêzîkî taximê agahî da ku di hemen despêka civînê de daxwaza terxankirina bûceya sedî 17 a ji gişt bûceya Iraqê bo Herêma Kurdistanê hatiye hilêxistin.

 Vê çavkaniyê ragihand ku taxima iraqî jî bi şertekê terxankirina sedî 14 bûceyê bo Herêma kurdistanê qebûl dike ku hikûmeta Herêmê hemî derhata navxweyî ya navçên sînorî û her derhateke din bide dewleta federal ku li derhata giştî were zêdekirin.

Hevgav jî daxwaz kirin ku nifta herêmê jî ji riya Bexdayê bo bazara cîhanî were şandin.