Taxa Kesk a Bexdayê kete ber êrîşeke berfireh
Çavkaniyên nûçeyan ên Iraqê qala bihîstina dengê çend teqînan li Taxa Kesk a Bexdayê û derdora wê kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, Çavkaniyên nûçeyan ên Iraqê nîvroja Pêncşemiyê qala qewimîna çend teqînan li Taxa Kesk a Bexdayê kir.
Saziya Ragihandinlê ya El-I'lam El-Emnî ragihand ku 9 roket li Taxa Kesk a Bexdayê û derdora wê ketine.
Li gorî amara herî dawî, çend hêzên ewlehiyê û welatiyên sivîl ji ber van êrîşan birîndar bûne.
Avêtina roketan li ser Taxa Kesk a Bexdayê di rewşekê da pêk hat ku nûnerên parlimana Iraqê di halê bijartina serokomarê vî welatî ne.
Li pey avêtina van roketan, hêzên ewlehiyê ku ji roja derbasbûyî va tevdîrên giran ên ewlehiyê li derdora Taxa Kesk a Bexdayê cih anîne, bi awayekî berfireh li deriyên têketinê yên vê taxê bi cih bûne.
Ji berbanga Pêncşemiyê va hemî kolanên ku digihêjin Taxa Kesk a Bexdayê û pirên derdorê jî bi tevdîrên giran tên parastin û hatûçûna erebeyan hatiye qedexekirin.
Çavkaniyekî ewlehiyê di vî warî da ji medyayên iraqî ra got ku roket ji aliyê navçeyeke bêyî niştecih li nêzikî klûba werzîşê ya El-Hebîbeyê li rojhilatê Bexdayê hatine avêtin.